Web sitemize hoşgeldiniz, 19 Nisan 2024
Beğen 2

Muhammed Nur Yönden-Helbesta Buk u Zava

Ser xêrê be ev zewac û de’wet!
‘Umrek bi xêr, Xweda bike kismet…
Kêm nebe j’ser mala wan se’adet!
D’ Hîfza Xudada bîmînin her wext!

Ronî bibe ça’vê dêyû bava!
Kêfxweş bibin timî j’dil û nava!
Bi wan, malek bi nûr bibe ava;
Li gor esasê Qur’an û sunnet!

Bûk û zava li hevdû mubarek
Bêjin maşallah ji war, bi carek
Boy wan du’adar bin îns û melek
Wuha şad bin ew hetanî ebed…

Civîne dost û ehbab û yâran,
Dilxweşin, girtine reqs û dîlan!..
Hêvîya me j’ te ey Rebbê Rehman!
Kêm nebe qed, ev muhbet û ulfet

Xweş de’wete ev, paqij û helal!
Qewî îmanin ev merdên delal!
Bi edebin ew, her dem di her hal
Bibare l’ ser wan, rehm û bereket

Bûk û zava li hevdû mubarek
Bêjin maşallah ji war, bi carek
Boy wan du’adar bin îns û melek
Wuha şad bin ew hetanî ebed…


Yorumlar

  1. Muhammed içlek dedi ki:

    Eser Çok güzel bestelenmiş. Çok güzel okunmuş.. emeği geçen herkese teşekkürler.

    1. Hakan dedi ki:

      Güzel yorumunuz ve desteğiniz için teşekkürler.Son üç gündür sitemize sıkıntı yaşatanlara karşın sizlerin desteğiyle hamdolsun hizmete devam ediyoruz ve edeceğiz inşaallah.Allah razı olsun.

Yorum Yaz

Bu site, istenmeyenleri azaltmak için Akismet kullanıyor. Yorum verilerinizin nasıl işlendiği hakkında daha fazla bilgi edinin.