Muhammed Ali Oğuz-Şehid Hacı Musa
Ey xizmetkarê Quranê
Şagirdê hebs û zîndanê
Te pir dert dît li jiyanê
Şehîdê me Hecî Mûsa
Te hilgirt barekî giran
Wekî betlê berê Îslam
Stêrka te li asîman
Birayê me Hecî Mûsa
Ji bo Xwedê te kir xebat
Li ser derdan te kir sebat
Şehîdî ji te re bû heyat
Mêrxwasê me Hecî Mûsa
Îslam her evîna te bû
Quran her birîna te bû
Şehadet xwezîya te bû
Egîdê me Hecî Mûsa
Merd û mêrxwas xwedî soz e
Şîrhelal û xwedî doz e
Rêwîyê da‘wa pîroz e
Şehîdê me Hecî Mûsa
Sînga xwe da êş û derda
Da‘wa Îslam qet berneda
Hetta umrê xwe di ber da
Şehîdê me Hecî Mûsa
Xebata te ji bîr nabe
Tê her dem li ber dilan be
Serê te li ser gulan be
Şehîdê me Hecî Mûsa
Ji şerefan Îslam bes e
Ji rêwîyan re Quran bes e
Lîbasa şehîdî bes e
Şehîdê me Hecî Mûsa
Ey Nisêbîna birîndar
Ka egîdê xwedî qerar
Rehmet li ser te be her car
Şehîdê me Hecî Mûsa
Em bi te pir serbilind in
Em ê doza te her hildin
Hûn bi mertebeyek bilind in
Şehîdê me Hecî Mûsa
Bûne hedef her du bira
Bi derba evan xwînxwara
Şehadet xelat ji te ra
Şehîdê me Hecî Mûsa
Şehadet mizgînek xweş e
Dermanê dilê biêş e
Wek misk û amber bêhn xweş e
Şehîdê me Hecî Mûsa
Muhammed Ali Oğuz
Sitemizde sanatçıya ait toplam 35 eser bulunmaktadır. Sanatçının sayfasına gitmek için tıklayın.


Yorumlar
Henüz yorum yapılmamış.