İlahi arişivimize hoşgeldiniz...

Muhammed Nur Yönden-Şehid Nezihe

Fîre’wn nikarin Musa ji Asya re çeleng in
Ji şêr mêra re nînin ji bo jina piling in

Xuşka meya Nezîhe feday Nurefşanî
Te Asiya xist bîra me lew hun ji hev re xweng in

Sebr û cesareta tey bin destê mêrê xayîn
Heta şehîd buy xuşkê jê re em heyran û beng in

Ezyet û te’dê giran ji destê ehlê zulmê
Ji îmanê re her dem xuşkê ‘ezîz mîheng in

Fîre’wn lê piştî Asya, zêde ‘umir nekir çû
Xayîn ber dilxweş nebin roj bi dorê aheng in

Xwîna ji wan birîn, ku mêrê xayîn cutî
Ji Amed xweş peyam e, ji bo ê dil pireng in

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış.

Yorum Yaz

Bu site istenmeyenleri azaltmak için Akismet kullanır. Yorum verilerinizin nasıl işlendiğini öğrenin.