İlahi arişivimize hoşgeldiniz...

Bilal Güler-Şehid Mahmud

Îro dîs dîrok li bala min hat
Gelek şehîd û ferisê dilşad
Bi rêz û bi hêzeke pir mezin
Xwîna Mehmudêm girte ser welat

Ev bejn û balatey xweş û şirîn
Wek gulê buhar li her cî dî şîn
Kanî gullan qelbê demsala bû
Çava li me xist gullana rengîn

Şehîd Mahmudêm pir sohbet xweş bû
Li cenga dujmun daîm li pêş bû
Wexta şehîd bûy dilê min furî
Erd û azmanêm bi car kî reş bû

Ev avaz û helbestê dilê min
Hestrê çavê min bûye rengê min
Eşa te daye ser dil û cana
Ger tu bibînî halê qelbê min

Dema gulle dujmin li te reşya
Dilê min şikest qelbêm eşîya
ji kokê hejya ra ye canê min
Pelke gulê dara min veşîya

Dema şehîd bûy baskê min diket
Ewre gullanê li ser me diket
Amed û Botan li hev du diket
Zozan û Serhet qeşem le diket

Derd û kûlê me bûne barê me
Çavê bi girî bûye karê me
Girtin û kuştin ğurbet û hicret
Çend meh û çend sal ev e halê me

Omrê te wek buharek bereket
Bi cihad û ğeyret û îbadet
Tu gula çekdar û xwandevana
Bi eşq û evîn giha şehadet

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış.

Yorum Yaz

Bu site istenmeyenleri azaltmak için Akismet kullanır. Yorum verilerinizin nasıl işlendiğini öğrenin.