0
Mustafa Altuntop-Zarin
Di vê ‘esra xerab ya Reb,
Bela barîn wekî baran!
Li tevê dinyê em mezlûm in,
Para me kuştin û zîndan…
Xerîb in em, hezîn in em;
Ze’îf in em, bi şîn in em;
He roj hinek birayên me,
Di bin zûlmê dibin qurban.
Me xwe xist bin barê dozê,
Me ew hilgirt şev û rojê;
Lew wek ‘icac û bahozê,
Ser me hatin komê derdan.
Di warê xwe, bindestî ne;
Geh girtî ne, geh kuştî ne;
Ya Reb Xweda, me bibîne;
Rehmê bike li ehlê îman!
Em kulmek in, dildayê te;
Ne tiştek in, yeqîn bê te;
Bi me ra be, ger bayê te;
Ji me re bes e, di nêv meydan!
Fedayî ne, candayî ne;
Wekî tîra avêtîne;
Li ber te, lê tewandîne;
Destê me bigire ya Rehman!

Yorumlar
Henüz yorum yapılmamış.