İlahi arişivimize hoşgeldiniz...
Beğen 1

Nurullah Kuray-Elhamdülillah

De derd û xemê xwe bavêje
Peyvû kelamek xeş bibêje
Rûyê bi ken emrê dirêje
Dunya derewîn hew sê roje
De bêje Allah Allah û Allah
Serê her xêrê Bîsmîllah
Çêkirna Xwedê hey Maşallah
Di her halîde Elhamdûlîllah
****
Xûda Rebbê erşû feleke
Em evdê wîne ji bîr neke
Rehmû lutfawî pir geleke
Çavên xwe bigrû destan veke
De bêje Allah Allah û Allah
Serê her xêrê Bîsmîllah
Çêkirna Xwedê hey Maşallah
Di her halîde Elhamdûlîllah
****
Bê Wî heyv û roj dernakeve
Bê Wî pel ji darê nakeve
Mirov şîyar û ranakeve
Xweda heye bes bernekeve
De bêje Allah Allah û Allah
Serê her xêrê Bîsmîllah
Çêkirna Xwedê hey Maşallah
Di her halîde Elhamdûlîllah

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış.