Nurullah Kuray-Dilbere İro Seher

Beğen (1)

Dilberê îro seher
Avête cergê min du dox
Yek li sîne yek li dil da
Lew ji min tên ax û ox

Ah û oxên min ji dil tên
Lê ji ber tîra qizil tên
Yan ji kovanên di kul tên
Jê dizêt her xwîn û zox

Xwîn ji dil co co rewan tê
Wek ‘eqîq û erxewan tê
Lê ji dest selwa ciwan tê
Ew şepala şeng û şox

Ew şepala şox û şeng e
Kafira rom û fireng e
Dame ber cotek xedeng e
Zalimê kuştim bi dox

Ẓalimê kuştim şepalê
Nazikê qencê delalê
Bûn ḳicaba zulf û xalê
Îdek û ala û tox

Netrik û tayên bi rîşî
Ê di zêr in pê ve wîşî
Min du fêris dîn di pêşî
Murwet û insafî yox

Lew heriftim ez ji meyle
Şubhetê sehlê we seylê
Muhbet û ‘işqa di Leylê
Ez kirim yekser pilox

Dest nehêlim ez ji dînê
Şubhê Ferhad û Şirînê
Wer ji ber ‘işq û evînê
Min di rê çit ev kilox

Ṣuhbeta çerx û sema tê
Wek Melê sed mubtela tê
Zemzem û ava heyatê
Muşterî sed şeyx û şox

Nurullah Kuray

Sitemizde sanatçıya ait toplam 14 eser bulunmaktadır. Sanatçının sayfasına gitmek için tıklayın.

ZİYARETÇİ YORUMLARI

Henüz yorum yapılmamış. İlk yorumu aşağıdaki form aracılığıyla siz yapabilirsiniz.

YORUM YAZ