İlahi sözleri ile dolu sitemize hoşgeldiniz...
0

Ferdi Kalkan-İslama Mın

Tu kukîlka li gulistana
Tu xezala li zozana
Te ji bîr nakim tu zemana
Îslama min tu gula min

Tu perçek ji kezeba min
Tu gurmîna ser dilê min
Wer derman bike birînê min
Îslama min tu gula min

Tu yî yara ber vî dilî
Da’w û doza hezar salî
Bi xortanî heta kalî
Îslama min tu gula min

Kolan bi kolan digerim
Nizanim bi kê der herim
Li sorgula xwe digerim
Îslama min tu gula min

Dengê ‘Elîyê Herîrî ye
Xeyala Şêxê Xanî ye
‘Eşqa Melê Cizîrî ye
Îslama min tu gula min

Helbesta Feqiyê Teyran
Nalîna Tahirê ‘Uryan
Yan Mela Mizgîn û diwan
Îslama min tu gula min

Leyla û Zîna min tu yî
Eşq û evîna min tu yî
Ber dil şêrîna min tu yî
Îslama min tu gula min

Ez dibêjim qey tu gul î
Na na belkî tu jî dil î
Yan şê’ra devê bilbil î
Îslama min tu gula min

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış.