0
Muhammed Nur Yönden-Tira Hebib
Malikê mulkê ‘alemê
Ji nava tuxmê ademê
Ew kir neqandîyê her demê
Pesnê wî da…
Heyîn bi yek ezman û dev
Mizgînîya wî dane hev
Ronî bûn tarîtî yû şev
Di şewqa wî da…
Nûra cemalê, timî li xeyalê
Tîra hebîb ketîya dila
Maye tê da…
Eşqa bilbil li ser gulê
Merhem û dermanê kûlê
Roj û hîva li me dihilê
Ji bonî wî da…
Ew xwedîyê Hewdê Kewserê
Dilê me da ber xencerê
Gorî kir me can di berê
Di rêya wî da…
Nûra cemalê, timî li xeyalê
Tîra hebîb ketîya dila
Maye tê da…
Qelb û dilêm ser dinalî
‘Aşiqê wechê delalî
Şêrîn sifetên kemalî
Kom bûn tê da…
Ji hubba wî, dil nebû têr
Şad bûn kesên, jiyabûn pêr
Ya Reb me jî, xulam ke jêr
Derîyê wî da…
Nûra cemalê, timî li xeyalê
Tîra hebîb ketîya dila
Maye tê da…

Yorumlar
Henüz yorum yapılmamış.