Web sitemize hoşgeldiniz, 28 Mart 2024
Beğen 2

Zate Ehsene

Allah çi zatek ehsen e Ey Allah ne yüce zatsın
Zêde Letîf û Qadirî Fazla latif ve kadirsin
Mexlûq hemî nexşê Te ne Mahlukat hepsi senin nakışlarındır..
Vêk ra li hemyan fekirî Hepsini birden gözetirsin
Hemd û sena laiq te ne Hamd ve övgü sana layıktır…..
Wê ‘erşê ‘ezîm çêkirî Sen arşı yaratansın..

Erşê ‘ezîmê ekber e Sen o azametli varlık aleminin
Zînet û xemla merkezî süs ve güzellik merkezisin
Ew kursiya heq li ser e O kürsünün üzerinde sen varsın..
Bê çerku û gerdûn nabezî Sensiz o çark devran edemez
Heq Wahîd e Witr e Fer e Allah tektir,birdir,tekildir..
Bê newm e baxvanê rezî Varlık bahçesinin
Baxê ku baxvan bête ber uyumaz bahçıvanıdır…

Erdek heye Ew lê nebî bu varlık aleminde o heryerdedir…
Dara ku enqa bête ser Anka kuşunun konacağı ağaçta
Belgek heye sih lê nebî Gölgelenemdik bir tek yaprak kalırmı
Kî ji nî’metê dê dit xeber Yarabbi kim nimetlerinden haber verirse
Ya Reb derê feyzê vebî yarab ona feiz kapılarını aç…

Ser çeşmeya feyzê çi ye?
Hate lîsanê ‘arifan
Ew nûreka esmanî ye
Darête qelbê xaîfan
Ji şem’eyek da Meksî ye
Lew bû nedîmê taifan

Lew bûn herîf lew bûm nedim
Min ‘işqeka dijwar heye
Kovî kirim serfa ‘ezîm
Min hêj meya pêrar heye
Minet ji Rehmanê Rehîm
Min mîrekî Sitar heye

Ew mîr Kerîm e Satir e
Xweş Hakim e di barê xwe da
Xelqno! ne dûr e hazir e
Ew Wahid e û bê îbtîda
Her çî bikit ew Qadir e
Ew Xalikê bê bab û da

Xelqno! ji kê ra ev qese
Daheq bi ‘urfê nas nasbikî
Er dê bizanî ev bes e
Ferxunde ye ne j’ferxekî
Ew yek ji ‘amê re bes e
Neh çerx di nava çerxekî

Çerxê di nêv çerxa ez im Büyük çark içinde bir çarkta olan ;
Ruh û rewana min Tu yî ruhumu canlı tutan sensin!
Ez hişkedarim narizim Ben dayanıklı,çürümez asayım;
Xeml û ruhana min tu yî süsüm ve reyhanım sensin!
Bê Te neşêm gavek bezim Sen olmadan;bir adım bile atamam..
Xanim mirada min tu yî sultanım muradım sensin…

Bê Te miradek meyt im
Qelbim ji sûr mîrate ye
Ez geştîyê natebitim
Fexra qulûban Te heye
Xelqno! bi Fûrqan û xetim
Herçî dibêjim her we ye

Ma ez dibêm vê gotinê
Bêy Te ziban bê gotin e
Ew qal û qîl e di dinê
Zahir û batin sakin e
Bûn mîqata mirinê
Ew ji bal Te ne ne ji bal mine

Min hewl nehin quwet nehin Benim gücüm kuvvetim yoktur…
Ruh ji Te ye dîn ji Te ye Ruhta sende ..görebiliyorsam sebebi sensin…
Min zehr û ezman navebin Dilim damağım açılmaz
Deng ji Te ye sewt ji Te ye Ses sendedir…sesim sendedir…
Awaz ji kewna qudret in Sesim senin kudretinin eseridir…
Dest ji Te ye çeng ji Te ye Tutan; elim kolum sendedir..

Ew çeng çi ye roja ewel
Çeng û lîsan jî digirî
Deng têt ji sazê pir’emel
Tembûr tiraş û kun kirî
‘Işq û evîndarê Te dil
Hubba di nîvê çêkirî

Hub rêtî canê beşere
Sewda ji mejyê wî firî
Goyinî nêv dar û ber e
Bê sûc e qet nakit girî
‘Işq û evîna qemer e
Netq û lîsanê jê birî

Deng ji defa canê me tê
Kirdin nefir û nayekî
Sani’ bi herfê pif ketê
Her zehrekî b’awazekî
Subhan ji şahê Qudretê
Her canekî û ebdanekî

Ta’et bike rê dûr î tu
Herçî di mektûba me de
B’kaxez û kîs û mor î tu
Ya min bida fî min bida
Canê di kûba sor î tu
Rohnîya sem’ û beser da

Canê di navê nefsî ye
Vêk ra hemî bû beşerî
Maka wicûdan fanî ye
Ew dê bizanî vî derî
Eslê ruha me baqî ye
Lew jê nedakin xawerî

Dê biçîne nîva axekê
Perda turabê tarîye
Feqî dê rakit rahekê
Bi mehdera wî barî ye
Bo çak û parisa bi carekê
Li cinnet bikin serdariyê

Avek mehîn im kemter im
Min cerg û dil bûne birîn
Sewda û dîn û ebter im
Pabendê vê nefsa le’în
Muksîyê jar û bedtir im
Ferhemnî xeyre-Rahimîn


Seyfullah

Sitemizde sanatçıya ait toplam 6 eser bulunmaktadır. Sanatçının sayfasına gitmek için tıklayın.

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış.