Süleyman Kınay-Nura Muhammedi
Ey nûra Xweda, roja îman her tu yî,
Ey xemla dilan, cemala cîhan tu yî.
Zerretên wucûd bi zikra te şa dibin,
Ey sirrê alem, babê necat her tu yî.
Rêber û şivanê ummet her tu yî,
Sultan û serdozê ‘alem her tu yî.
Ey Ehmedê şûrkêşê mucahidan,
Mîrê meydana cengê her tu yî!
Qedra lewlake, erd û esman ava bû,
Behra dilê me ji nûra pîroz têr nebû,
Dermanê derdê ‘aşiqan her tu yî,
Meqsûdê dilê ewliyan her tu yî.
Rêber û şivanê ummet her tu yî,
Sultan û serdozê ‘alem her tu yî.
Ey Ehmedê şûrkêşê mucahidan,
Mîrê meydana cengê her tu yî!
Tu hatî bi nûra rehmet, ji ‘erşê Yezdan,
Ronahî dabû rûhê beşer bi îman.
Di rêya te de xelas û serfiraz bûn,
Ey şefi‘ê roja mahşer her tu yî.
Rêber û şivanê ummet her tu yî,
Sultan û serdozê ‘alem her tu yî.
Ey Ehmedê şûrkêşê mucahidan,
Mîrê meydana cengê her tu yî!

Yorumlar
Henüz yorum yapılmamış.