Web sitemize hoşgeldiniz, 03 Şubat 2023
Beğen 1

Bilal Güler-Hüseyincan

Ey kelha berxwedan, û serferaziyê Amed!
Min vehewîne bi mêvantî
Di dilê xweyî xemgîn de îro
Di vî Huvdeyê Çileyê de.

Ka bêje! Destana şehîdên doza Huseyn,
Destana Huseynê rêzan ji min re bêje!
Ka bêje! Serê çend Şêx Seîdan,
Di dîroka te de hatine jêkirin?

Binivîse!
Di rûpelên destana xweyê mêranîyê de,
Ku çend Huseyna li ser kelha te,
Soz bi Xweda ra dane, binivîse!

Xweda ‘ilm û fêhm û cehd û feraset
Li te bexşand te bi dost û cesaret
Doza Xweda ava kir bi cemaet
Serferazya milletî ta şehadet Huseyncannn!

GULÊN BAXÊ WELATÊ MIN
HUSEYN Û SULHEDDÎNIN
DU RÊZANÊ MILLETÊ MIN
HUSEYN Û SULHEDDÎNIN

Ka yad bike bi îftîxar,
Ewan sorgulên şahnaziyê!
Çend serwerê weka Selhedîn
Mehmûdê Dîlawer
Hesen û Bedrî û Huseynê cengawer
Bi destê leşkerên zulmê hatine şehîdkirin?
Çend ciwanên weka Ebdulhekîm,
Bi destên hovan hatine perçiqandin?
Çend mêrxasên weka Sebahaddîn,
Zahir û Mûrat û her du Muhammed Nûrî
Bi bask bûne li asîmanan?
Çend kes, bi rûkeniya Xetîb û Mela Arif
Soza xwe anîne cî
Binivîse…

Xweda ‘ilm û fêhm û cehd û feraset
Li te bexşand te bi dost û cesaret
Doza Xweda ava kir bi cemaet
Serferazya milletî ta şehadet Huseyncannn!

GULÊN BAXÊ WELATÊ MIN
HUSEYN Û SULHEDDÎNIN
DU RÊZANÊ MILLETÊ MIN
HUSEYN Û SULHEDDÎNIN

******

Eyyy baxê beheşta welat!
Qey ne bi xwîna şehîdan be,
Gulên gulîstanê nabişkuvin?
Ma qey tê heta kengî, wekî bûkên nû,
Ji dêleva hinnê, xwe bi xwîna şehîdan hinne bike?
Ma ne tu kelha berxwedan, Û dîya mezlûmaye!
Ma ne gelek Huseyna,
Li ser kelha te soz bi Xweda ra dane!
Ma ne pelên dîroka te, bi xwîna mezlûman,
Û bi berxwedana egîdan tijîye!

Xweda ‘ilm û fêhm û cehd û feraset
Li te bexşand te bi dost û cesaret
Doza Xweda ava kir bi cemaet
Serferazya milletî ta şehadet Huseyncannn!

GULÊN BAXÊ WELATÊ MIN
HUSEYN Û SULHEDDÎNIN
DU RÊZANÊ MILLETÊ MIN
HUSEYN Û SULHEDDÎNIN

*******

Ey bulbulên baxê beheşta welat!
Rabin li ser gul û laleyên sor
Bi hesret, bi derd û axîn
Bixwînin mîna şefeqa hilat
Gulzar û lalezarên heyat
Dîsa werin cezb û vejînê,
Da gulîstan û axa welat,
Ku bi xwîna şehîdan,
Û bi berxwedana mêrxasan
hatine avdan û parastin
Seranser kar bibe dîsa li şahiyû felat

Xweda ‘ilm û fêhm û cehd û feraset
Li te bexşand te bi dost û cesaret
Doza Xweda ava kir bi cemaet
Serferazya milletî ta şehadet Huseyncannn!

GULÊN BAXÊ WELATÊ MIN
HUSEYN Û SULHEDDÎNIN
DU RÊZANÊ MILLETÊ MIN
HUSEYN Û SULHEDDÎNIN

Eyy kelha berxwedanê!
Eyy behra eşq û îmanê!

Ma seqema zivistanê,
Dikare bike mij û dûmanê,
Li ser şehbaz û dozvanê,
Rêya azadiya millet û Qur’anê…

Li Quds û Şam û Amed
Ji Beyqoza Stenbolê
Heta Batmana bajarê Huseyn
Kela îmanê difûre her dem
Bi evîna nûra Mûhemmed

Ma agirê nûra Tûrê,
Weka êtûnê vêxistîbe,
Li Kelîmê Mûsayê dest bi asa,
Û nefesmesîhê Îsayê Meryem,
Bi siyera Ehmed, li şar û bihara ummetê,
Doza heq, pêyrewên merd û rêya felat
Kengî winda dibin li ser axa te,
Eyy baxê beheşta welat!

Xweda ‘ilm û fêhm û cehd û feraset
Li te bexşand te bi dost û cesaret
Doza Xweda ava kir bi cemaet
Serferazya milletî ta şehadet Huseyncannn!

GULÊN BAXÊ WELATÊ MIN
HUSEYN Û SULHEDDÎNIN
DU RÊZANÊ MILLETÊ MIN
HUSEYN Û SULHEDDÎNIN


Mehmet Emin Gülsever

Sitemizde sanatçıya ait toplam 2 eser bulunmaktadır. Sanatçının sayfasına gitmek için tıklayın.

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış.

Yorum Yaz

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.