Web sitemize hoşgeldiniz, 31 Mart 2025
Beğen 3

Nurullah Kuray-Mezinbunu Şeref

Mezinbûn û şeref ne-b esl e ey dil
Binêre nav zibil de şîn dibin gul
Ji Adem re melaîk çûne secdê
Tevî ku çêbû ye-j axa heriya şil
Xelîlullah bide bîra xwe lewra
Ji qewmê Azer e ew zatê kamil
Ebu Leheb, Muhammed fexrê ‘alem
Ji yek neslî ne ey însanê aqil
Cuhû zarokê Îbrahîm Xelîl in
Belê le’net li wan kir Rebbê ‘Adil
Heger her kes weke eslê xwe bûna
Wê îmtîhan nebûna merdê ‘amil
Bi rastî li vir û heşrê temamî
Şeref teqwaye ey Mizgînê dil kul


Nurullah Kuray

Sitemizde sanatçıya ait toplam 7 eser bulunmaktadır. Sanatçının sayfasına gitmek için tıklayın.

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış.

Yorum Yaz

This site uses Akismet to reduce spam. Learn how your comment data is processed.