Beğen
1
Hikmet Kıyançiçek-Şehid Şafi
Kekê Şafî li Batmanê
Pir xebitî ji bo Qur’anê
Şehîd bû şêrê meydanê
Şehîdê me şehîd Şafî
Ji gundê Garisiya Jêr
Şehîd Şafî çûbû bajêr
Bûbû ferdê vê dawa hurr
Şehîdê me şehîd Şafî.
Ji ehlê heq re dilxwaz bû
Di ceng û şer de mêrxas bû
Weke piling û wek baz bû
Şehîdê me şehîd Şafî
Di baxê gulşena Îslam
Gulek sor bû bi bejn û qam
Di dawê de gelek da nam
Şehîdê me şehîd Şafî.
Şehîdiya Şafî dil sotî
Dil û cergê melê Botî
Ji lew helbest li ser gotî
Şehîdê me şehîd Şafî.
Şehadet kenza zêrîn e
Nesîbê herkesî nîne
Ji dê û bavan re mizgîn e
Şehîdê me şehîd Şafî.
Kürtçe/Zazaca Eserler
Sitemizde sanatçıya ait toplam 50 eser bulunmaktadır. Sanatçının sayfasına gitmek için tıklayın.


Yorumlar
Henüz yorum yapılmamış.