Web sitemize hoşgeldiniz, 19 Nisan 2024
Beğen 2

Mesut Biçim-Bave Ehmed

Bavê Ehmed ‘Ebdullahê nûcivan
Layiqê navê Muhemmed pir bi şan

Rind û levhatî gelek bû bê hîsab
Guh neda bê ‘arî û karê xerab

Wesfê ‘eybê lew li dora wî nebû
Lew ku nûra Ehmedê pak pê re bû

Pir şêrîn bû ber dilê bavê xwe ew
Sed deveh dabû di ber canê wî lew

Pîr bû ‘Ebdulmutalîb lê wî di zan
Hê nekir xwey zewcê ‘Ebdullahê can

Xwest ku jê ra bîne jinekî pir delal
Hem ji malek pir esîl û nan helal

Nav temamê qîzê rindê Mekkiya
Jêr munasîb dît keça Wehb maliya

Amîne pak û temîz bû bê qeder
Hem esîl û nazenîn û mu’teber

Pir şeref daye Xwedayê La-mekan
Ew neqand ji walîdê cumle cîhan

Rabû ‘Ebdulmutalîb kir kar û bar
Dawetek gelkî mezin çêkir ji war

Xelqê Mekkê tevde hatin dawetê
Hem nîkaha wan birin wê saetê

Barî nûr ser bûk û zava wê demê
Da melek tesbîhê Rebbê ‘aleme

Pir bi qedr in ew li ba Reb herdu zat
Lew ji wan çêbû ye fexrê kâinat

Ew muşerref bûn bi nûra Ehmedî
Daye wan ev lew Xwedayê Sermedî

Borî şeş meh ser wîsala herdukan
Ew se’îd bûn nêv şev û roj her zeman

Lê ku zava çû dîyarê xurbetê
Amîne bi hemlê xwe ma der hesretê

Çû gihat karwanê Şamê da herê
Boy bi bînê hewceyên mal daye rê

Lê nebû qismet werê ew ber bi mal
Lew nexweş ket ma li Medînê bê mecal

Xelqê karwan çû bi rê ket dil bi jan
Ma lê ‘Ebdullah di nêv êşa giran

Wextê karwan hate malê ew ne hat
Wî nema dît bavê û dê yar û welat

Çunkî bazirganê karwan da xeber
Ketiye huznê xanedan lew bê qeder

Lew zû Haris çûye Yesrîbê ji mal
Lê vegeriya ew tenê hat bê heval

Bîst û pênc sal ‘umrê canê dîlberê
Şerbeta mergê vexwar wî li wê dere

Ma li Yesrîbê mekanê hîcretê
Ma li Yesrîbê diyarê fîrqetê

Ew li xurbet ma tenê di nêv meqberê
Lew ne hat wesla hebîb û ma dere

Hingê ‘Ebdulmutalîb ma pir neçar
Bûye xemgîn ew ji derdê bê debar

Wê ji êşa nav û dil bê îxtiyar
Pir rijandin hêstirê çavan bê jimar

Bûye mehzûn her çi tiştê her zemîn
Ser wefata bavê narîn pir girîn

Herdu çavê Amîne bûn mislê çem
Yek demê muhlet nedayê derd û xem

Wey weled yar wey weled yar wey weled
Lew nedî wî kodekê min sed meded

Ka ‘ezîzê min çima ma li xurbetê
Ez tenê hiştim di nêva fîrqetê

Kanî ‘Ebdullah civanêm kir wefat
Daye ser cerg û dilê min lew şewat

Ma heye teqet bigirim hey hewar
Ser dinê çawa bikim sebr û qerar

Hate girtin ser mi deriyê wesletê
Mam di nêva ah û derd û hesretê

Ma yetîm ewladê min ma bê xwedî
Wî li dinyê carekî bavê xwe nedî

Xem ne xwe ey dayika can Mustefa
Nav dilê xwe bavê ji van derd û cefa

Ew yetîm anî dinê bi hîkmeta
Kirye emsal ew ji boyî milleta

Bê xwedî namîne ev nûra cîhan
Lew ji bo wî Rebbê ‘alem bû şivan

Rebbê ‘alem çêtir e hji her hamiya
Hazir û hem nazir e lew li her ciya

Em ji eşqa can û dil ba xweş kelam
Her bibêjin es-selat û wes-selam

Essalatü vesselamü aleyke ya Resulallah
Essalatü vesselamü aleyke ya Habiballah
Essalatü vesselamü aleyke ya Nebiallah.


Mesut Biçim

Sitemizde sanatçıya ait toplam 17 eser bulunmaktadır. Sanatçının sayfasına gitmek için tıklayın.

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış.

Yorum Yaz

Bu site, istenmeyenleri azaltmak için Akismet kullanıyor. Yorum verilerinizin nasıl işlendiği hakkında daha fazla bilgi edinin.