Web sitemize hoşgeldiniz, 25 Nisan 2024
Beğen 2

Muhammed Ali Oğuz-Meşşa Xweş

Meşşa xweş meşşa di rêya Xweda ye
Rêya egîd û jîr û merda ye
Meşşa xweş meşşa rêya Xweda ye
Can û malê me jêra feda ye

‘Eşqa Îslamê dîsa li dila ye
Barê Quranê va li ser mila ye
Mizgîn şêra dîsa ser hilda ye
Çeqqel û rovî diçne li ber ba ye

Ehlê îmanê, hatin meydanê
Li tevê cîhanê, roja me daye
Bihara dîn e, bi xeml û rengîn e
Xweş û şêrîn e, gula bîn daye

Tê xwendin Qur’an, nûr tê ser dilan
Dengê bilbilan, xweş tê guha ye
Me rê Îslam e, wê şahî da me
De’w û doza me, dînê Xuda ye

Me da rê yek yek, li hev bûn xelek
Îro pir gelek, ‘eşqê li me daye
Emin hêvîya jar û ketîya
Şeveq bû xuya, mizgînî vaye


Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış.

Yorum Yaz

Bu site, istenmeyenleri azaltmak için Akismet kullanıyor. Yorum verilerinizin nasıl işlendiği hakkında daha fazla bilgi edinin.