ReTape Marş Grubu-Ey Avu Av Feqeye Teyran
Ey av û av, ey av û av
Ma tu bi `işq û mühbetê
Mewc û pêlan tavêy belav
Bê sekne û bê rehetê
Ji işqa kê her têy û têy
Heta kengî her bêy û bêy
Bo min bêje heyranê kêy
Da ez bizanim qisetê
Da ez bizanim vê surrê
Ji hindekê heta pırrê
Ji me`neya vê gurrgurrê
Ji kê ra dikî vê ta`etê
Ji kê ra dikî zikrê bi hal
Qet guşguşa nakî betal
Şubhetê min re`htê `emal
Şevan û rojan xew nete
Şevan û rojan bê xewî
Ji mihbeta kê ditewî
Şevtariyan qet nahewî
Tu j`emrê kê vi kez kete
Ew reng dibêt ava zelal
Buhrîn li min çend mah û sal
Qet kes nekir li min su`al
Heta giham vê sa`etê
Heta gihame vê demê
Ma yek nebû divê `alemê!
`Ebdek ji pışta Ademê
Bifkir di ehwalê Şetê
Kehnî dizên Cû jê diçin
Hindî Xudê dan îns û Cin
Qet kes nekir ev pirs ji min
Ne j`Enbîyayê Ommetê
Miksî dibê avê we bû
Pêxemberan aqil hebû
Qet hewceyê pirsan nebû
Wan dest gihabû su`hbetê
Qenc vê qissê izhar bike
Li `Arifan ikram bike
Xelqê Xudê `eqil bike
Da seh bikîn kirametê
Pirsa Feqî bê cih nebû
Lewra di furqanê hebû
`Erşê Xudê li ser te bû
Avê gelo bîra te tê
Avê cewab da bê suxen
Ezman nebû, bhal gote min
Remzên di padşahê mezin
Sub`han ji vê seltenetê
ReTape Marş Grubu
Sitemizde sanatçıya ait toplam 42 eser bulunmaktadır. Sanatçının sayfasına gitmek için tıklayın.


Yorumlar
Henüz yorum yapılmamış.