Web sitemize hoşgeldiniz, 28 Mart 2024
Beğen 2

Onur Erdoğan-Sabahul Xeyr

Sebahul xeyr xana min, şehî şîrîn zebana min
Tuyî ruh û rewana min, bibit qurban te canê min

Te alellah çihzatî tu çih wî şîrîn sifatî tu
Ne wek qend û nebatî tu yeqîn ruh û heyatî tu

Heyat û reheta can im”sebahul xeyr ya xanim!”
Were bînahiya çavan bibînîm bejn û balayê

Sebahul xeyrî mesta min, letîfa cam bi desta min
Xumar û meyperesta min, tuyî meqsûd û qesta min

Ji meqsûdan tuyî bes min bibin ber çerxê etles min
ji xeyrê te nevêt kes min bi reş toz in muqewwes min

Di benda zulfê çewkan im “sabahul xeyrî ya xanim!”
Were bî nahiya çavan bibînim bejn û balayê

ji wê zulfê ji wê bendê reha bim lê ji peywêndê
Siyaçeşmê sipî zendê te sohtim şibhetê findê

Şubhê şem’ û şemal im ez ji ber hubba te lal im ez
Da’if im wek hilal im ez sîfet goyîn di kal im ez

Ve bulbul ra bi evxan im “sebahul xeyrî ya xanim!”
Were bînahiya çavan biînim bejn û balayê

Were pêşber Melayê xwe şehîd û mubtelayê xwe
Bi şefqet ke liqayê xwe Meya nemrit bi dayê xwe

Mesîhayê li bîmaran kesên gestî du reş maran
Şehîdên şir û mukaran kirî amancê nûbaran

Li dîdara te heyran im “sebahul xeyrî ya xanim!”
Were bînahiya çavan bibînim bejn û balayê


Onur Erdoğan

Sitemizde sanatçıya ait toplam 1 eser bulunmaktadır. Sanatçının sayfasına gitmek için tıklayın.

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış.

Yorum Yaz

Bu site, istenmeyenleri azaltmak için Akismet kullanıyor. Yorum verilerinizin nasıl işlendiği hakkında daha fazla bilgi edinin.