Web sitemize hoşgeldiniz, 27 Nisan 2024
Beğen 2

Tevfik Paksoy-Ez Nizanım Sebebe Yare

Ez Nizanim Sebebê Yarê Çira Dûr-I Kirîn
Şahê Şîrîndehenan Em Ji Xwe Mehcûr-I Kirîn
Mislê Goy Bê Ser Û Pa Bûme Li Ber Derb Û Şekan
Lew Bi Çewganê Cefaya Xwe Ji Dil Hûr-I Kirîn
Da Me Sed Camê Firaqê Ji Xweh Xa’ib Nebûyîn
Ji Wisalê Qedehek Da Me Û Mexmûr-I Kirîn
Nûrê Çeşmê Me Ko ’Alem Me Bi Çeşmên Te Didî
Bi Cemala Xwe Te Wek Dîdeê Bênûr-I Kirîn
Nefesek Bê Te Me Naçî Ne Dijîn Bê Te Demek
Ji Te Hat Emrê Humayûn Te Weh Me’mûr-I Kirîn
Me Dizanî Ko Tu Dê ’Aqibeti L-Emr-I Çi Kî
Lebê Le’lê Şekirîn Ahi Ko Mexrûr-I Kirîn
Zerreyek Bûm Di Hewaya Te Di Wêraneyekê
Mislê Rojê Bi Şu’a’a Xwe Te Meşhûr-I Kirîn
Ji Ene L-Heq Bi Lebên Le’lê Xeberdar-I Bûyîn
Bi Gulaba Serê Zulfa Xwe Te Menşûr-I Kirîn
Munşerif Ma Dibûyîn Em Bi Dused Car-I Melê
Lê Bi Wê Kesr Û Idafê Vi Xwe Mecrûr-I Kirîn


Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış.

Yorum Yaz

Bu site, istenmeyenleri azaltmak için Akismet kullanıyor. Yorum verilerinizin nasıl işlendiği hakkında daha fazla bilgi edinin.