İlahi arişivimize hoşgeldiniz...

Muhammed Ali Oğuz-Allahu Ekber

Rebbê jorîn Xwedayê me ye,
Nebî Muhemmed rehberê me ye,
Doza Qur’an armanca me ye,
Şehîdî tim daxwazya me ye!

Rabin evîndâr, boy Nebyê navdâr!
Geş bikin meydan, reng bidin diyâr!
Werin ji her şeq, hildin âla heq!
Neyârên Xweda, ji qehra bi teq!

Allahu ekber, Allahu ekber!
Ronîya çe’van Muhemmed rehber!

Di rîya Xuda, hunin sebra me!
Ev civîna we, îftîxara me!
Hêvîdârin em, ji Xuda her dem,
Helbet wê were, newbehâra me!

B’awaz û qîra, bidin tekbîra!
Rabin ser pîya, b’ciwan û pîra!
Bera bibîne, bê mu’min kîne!
Tevê dinyayê d’heyret bimîne!

Dilxweşin em, ji dîtina we!
Ji her derê, bi hatina we!
Îmana we, bi deng û nave!
Navê Heq di her gotina we!

Li ber zordestan, ji bo bindestan,
Bi doza Qur’an, bidin hev destan!
Hunin hêvîya mezlûmên dinya!
Hun wekî çiya, her dem li pîya!

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış.