İlahi arişivimize hoşgeldiniz...
Beğen 3

Selami Güneş-Can Can

Bi dawet û dilana
Deng bidin li meydana
Bi civîn û sitrana
Dil xweşkin li Muslumana

Xort bûne bi rêz meşiyan
Zava wer sere dîlan
Rind û merdê dilovan
Dilan pîroz be ciwan

Can can can can
Hûn werin daweta me
Can can can can
Hûn werin dîlana me

Selam li we temama
Xwedî û gelî cirana
Şeref da me mêvana
Zavayê me sultane

Zava were bimeşe
Dîlana te pir xweş e
Dayika te çi dilgeş e
Bi xeyr sunnet û rewş e

Can can can can
Hûn werin daweta me
Can can can can
Hûn werin dîlana me

War û gund û beleda
Bi xortu ciwan û geda
Haydên bi navê Xweda
Li zozan û serheda

Bibîne xweş bibîne
Dîlana me rengîn e
Mêr in wek şêr ‘Elî ne
Dilana me şêrîn e

Can can can can
Hûn werin daweta me
Can can can can
Hûn werin dîlana me

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış.