İlahi arişivimize hoşgeldiniz...

Selami Güneş-Şehid Hacı İzzet

Hecî ‘Izzet li te rehmet bibare
Xweda-j bo te bihiştê bêxe war e

Xweda hiskir ji te lewra şehîdî
Ji te re kir xelat û yadîgar e

Çi xweş tişte di vê dewra xirab de
Ji Allah re meriv be hîzb û yar e

Di ber de bê şehîd kirnê weya jî
Meriv bê girtinê ya-b be firar e

Hecî ‘Izzet ji te re ev şeref bes
Ji Nurefşan şehîd hatî jimare

Tu jî çuyî gulîstana Nisêbîn
Wekî Salih şehîd û ixtîyar e

Belê mît û milîsê dîn firotî
Bira bêjin di ber kê-d bin mirar e

Ji xayînên berî xwe ders negirtin
Ku kes qet’î bi Nurefşan nikare

Yorumlar

Henüz yorum yapılmamış.

Yorum Yaz

Bu site istenmeyenleri azaltmak için Akismet kullanır. Yorum verilerinizin nasıl işlendiğini öğrenin.